Idiaya Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê derbarê 3 Şaredarên Kurd ên wêdedayî de
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu derbarê biryara jikar-dûrxistina şaredarên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê de daxuyaniyek da û idia kir ku “demokrasiya Tirkiyê bi xirabî bi kar tînin.”
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê wêdedayîna şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDPyî û danîna qeyûman li şûna wan de daxûyaniyek da.
Soylu şaredarên wan hersê bajarên Kurdnişîn bi “terorê” tohmetbar dike û dibêje, wan “hewl didan şaredariyan bikin navendên terorê.”
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê herwiha idia kir ku “demokrasiya li Tirkiyê bi awayekî xirab bi kar tînin û dengê helal ê gel lekedar dikin.”
Suleyman Soylu biryara wezaretê ya ji bo dûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê weke bersiva wan hewldanên xirab ên HDP`ê û şaredarên wê bi nav dike û dibêje: “Saziyan, destûrê û yasayên şaredariyan bersivek dan vê yekê.”
Duh bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, hevserokên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, Adnan Salcuk Mizraklî, Bedia Ozgukçe û Ahmet Turk ji kar hatine wêdedayînê.
Hikûmeta Tirkiyê erkê birêvebirina wan şaredariyan daye destê Parêzgarê Amedê, Hasan Basri Guzeloglu, Parêzgarê Mêrdînê, Mustafa Yaman û Parêzgarê Wanê Mehmet Amin Bîlmez.