Berfirebûna nerazîbûna medenî-sîyasî himberî wêdadayîna 3 şaredarên Kurd li Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307447-berfirebûna_nerazîbûna_medenî_sîyasî_himberî_wêdadayîna_3_şaredarên_kurd_li_tirkîyê
Bi dû wêdadayîna Hevserokên Şaredarîyên Dîyarbekr, Mêrdîn û Wanê û danîna parêzgaran weke qeyyûm li dewa wan, pêleke nerazîbûna gelanî û sîyasî himberî vê biryara Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê destpê bûye ku nika berfire dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2019 12:15 Asia/Tehran
  • Berfirebûna nerazîbûna medenî-sîyasî himberî wêdadayîna 3 şaredarên Kurd li Tirkîyê

Bi dû wêdadayîna Hevserokên Şaredarîyên Dîyarbekr, Mêrdîn û Wanê û danîna parêzgaran weke qeyyûm li dewa wan, pêleke nerazîbûna gelanî û sîyasî himberî vê biryara Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê destpê bûye ku nika berfire dibe.

Di vê çarçovê de gelên Enqere, Istenbol, Mêrdîn, Amed, Izmîr, Wan, Mugla û ...hwd îro daketin kolanan û nerazîbûna xwe himberî vê biryara Wezareta Karên Hundur nîşan dan û hêzên ewlehîyê jî ew kombûn û nerazîbûn bi tundî tepeser kirin.

Piştî daxûyanîyên nerazîbûnê yên partîyên opozosyonê, Serokê Partîya Karamullaoglu jî tevî şermezarkirina ev karê Hikûmeta Tirkîyê, hikûmet jibo berçavgirtina dêmokirasîyê û vîna gel vexwend.

Partîya Insan û Azadî (PIA), Encumena Dêmokirat a Kurd (KDP), Partîya Komonîst a Kurdistanê (KKP), Dêmokiratên Şoreşgêr (DDKD) û Partîya Dêmokirat a Kurdistana Tirkîyê (TKDP) di daxûyanîyên cida de biryara Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ya wêdadayîna Hevserokên Şaredarîyên Dîyarbekr, Mêrdîn û Wanê û danîna parêzgaran weke qeyyûm li dewsa wan bi tundî şermezar kirin û ew wekî "derbê" zanîn.

Ligorî agahîyan, atmosfera şarên Enqere, Amed, Mêrdîn û Wanê tam emnî ye û hêzên Ewelhîyê û Polîsên Taybet dor li avahîyên şaredarîyên Amed, Wan û Mêrdînê girtine.

Bilî vîya li şebekeyên civakî ji wan Twitter û Instagramê jî rewşenbîr, rojnamevan, çalakên mafên mirovan û çalakên sîyasî û medenî yên Tirkîyê û welatên curbicur nerazîbûna xwe himberî wê biryara Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê nîşan dan.