Berteka partiyên dijberê dewleta Tirkiyê li hemberî wêdadayîna şaredarên hilbijartî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307433-berteka_partiyên_dijberê_dewleta_tirkiyê_li_hemberî_wêdadayîna_şaredarên_hilbijartî
CHP û HDPê wêdadayîna sê şaredarên hilbijartî yên Amed, Mêrdîn û Wanê ji aliyê dewleta Tirkiyê va wek dîktatorî û istandina vîna gel dan zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2019 03:43 Asia/Tehran
  • Berteka partiyên dijberê dewleta Tirkiyê li hemberî wêdadayîna şaredarên hilbijartî

CHP û HDPê wêdadayîna sê şaredarên hilbijartî yên Amed, Mêrdîn û Wanê ji aliyê dewleta Tirkiyê va wek dîktatorî û istandina vîna gel dan zanîn.

Li gorî rapora rojnameya Cumhuriyetê, Alîkarê serokê CHPê û parlementerê parlimana Tirkiyê ragihand: Danîna qeyûman dewsa sê şaredarên hilbijartî ji aliyê gel va şermezar kir û biryara Wezareta karên hundir a Tirkiyê wek darbeya dijî gel û xalên dêmokrasiyê da zanîn.

Yildirim Kaya got: Ednan Selcûq Mizraklî, Ehmedê Turk û Bedia Ozgokçe Ertan şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji ber aşkirakirina diziya hin berpirsên berê yên şaredariyan ji kar hatin avêtin.

Mehmûd Tanal parlementerê CHPê jî got: Şaredar divê bi dengê gel werin hilbijartin û ji kar avêtin, lê wêdadayîna wan bi fermana partiya serdest bi wateya jêsatandina vîna gel û lawazkirina dêmokrasiyê ye.

HDPê jî bi daxuyaniyekê wêdadayîna sê şaredarên hilbijartî wek darbeya aşkira ya siyasî û ragihandina dijminatiyê hemberî vîna siyasî ya azad a gelê Kurd da zanîn.

Ekrem Îmamoxlû Şaredarê Istebnbûlê jî ragihand: Wêdadayîna şaredarên Amer, Mêrdîn û Wanê û danîna qeyûman dewsa wan nayê qebûlkirin û berovajiya dêmokrasiyê û bi wateya jêstandina vîna gel e.

Wezareta karên hundir a Tirkiyê roja Duşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê qala wêdadayîna Ehmed Turk şaredarê Mêrdînê, Ednan Selcûq Mizraklî şaredarê Amedê û Bedia Ozgokçe Ertan şaredara wanê kir.