418 çalakên sîyasî-medenî yên Kurd li Tirkîyê hatin girtinê
Tebax 19, 2019 13:51 Asia/Tehran
Li bajarê Dêrsimê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyonek pêk anîn û di vê operasyonê de 2 kesên ser bi HDP`ê ve girtin.
Îro hêzên Antî Terorê yên girêdayî Rêveberiya Asayişa Dêrsimê li vî bajarî operasyonek lidar xistin û bi ser çend mal û avahiyan de girtin.
Li gor agahiyan, di operasyonê de Endamê Encûmena HDP`ê, Nurşat Yeşîl û yek ji rêveberên Navenda Giştî ya Komeleyên Demokratîk ên Elewî (DAD) yê bi navê Dursun Demirtaş hatin girtin.
Herwiha îro hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, bi awayekî hevdem li 29 parêzgehên Tirkiyê û herêmên Kurdnişîn, operasyon pêk anîn û li gor zanyariyan, 418 çalakên sîyasî-medenî yên Kurd ji wan Serokê Teşkîlata HDP`ê li navça Kaya Pinarê Dawûd Kesen bi tawana hevkarîya digel PKK`ê hatin girtinê.