Dewama bertekên dijî wêdedayîna Şaredarên HDP'yî
Vê sibê Şaredarên Dîyarbekir, Mêrdîn û Wanê yên HDP`yî bi biryara Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ji kar hatin wêdebirinê û Parêzgar weke qeyyûm dewsa wan hatin danînê, ev yeka bû sedema berteka partî û kesayetîyên opozosyona Tirkîyê.
Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk yê ji kar hatiye wêdedayînê dibêje, idî neheqî gihîştiye asta herîbilind û êdî hiqûq nemaye.
Ehmed Turk ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi radeya ji sedî 56 hatibû hilbijartin û îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hat dûrxistin da xûyakirin, pêşhatên vê dawîyê ji aqil û berjewendiyên xelkê dûr in.
Turk got, mafnasî nemaye, neheqî gihîştine asta herîbilind, rêzê li îradeya xelkê nagirin, bi vê re jî dibêjin demokrasî.
Wî herwiha da xûyakirin, ev biryar tenê nîşan dide ku çawa siyaset bi awayekî antidemokratik tê meşandin û tiştên rû didin, li dijî yasa û li dijî mafnasiyê ne.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sezaî Temellî jî li ser biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê ya derbarê danîna qeyûman dewsa sê şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê de ragihand: “Îro di tarîxa siyasetê de yê wek darbeyeke siyasî bê tomarkirin.”
Hevserokê HDP`ê Sezaî Temellî amaje bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kir û got, îradeya xelkê ji aliyê dewletê ve hatiye dagîrkirin.
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî radigihîne, destdanîna li ser şaredarîyên HDP`ê nayê qebûlkirin.
Wî herwiha got: "Şaredarên HDP`ê yên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê bi dengên xelkê hatine hilbijartin. Jikardûrxistina wan û erkdarkirina qeyûman li şûna wan, bi demokrasiyê nayê şirovekirin. Nasnekirina viyana xelkê nayê qebûlkirin."
Serokomarê berê yê Tirkiyê, Abdullah Gul li hember biryara danûna qeyûman ji bo şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê nerazîbûn nîşan da û ragihand: “Ew şaredarên ku hêj nû hatine hilbijartin, dûrxistina wan a bi vî awayî ji bo demokrasiya me karekî nebaş e.”
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî biryara hikûmeta Tirkiyê ya ji bo dûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdîn kiryareke li dijî demokrasiyê bi nav kir û got: “Divê yên bi hilbijartinê hatine, bi hilbijartinan biçin.”
Piştî dûrxistina şaredarên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê, malperên fermî yên van şaredariyan jî hatin girêdanê.
Li Malpera Şaredariya Amedê wiha hatiye nivîsandin: “Niha malper di qonaxa nûkirinê de ye û di demeke herî nêzîk de yê dîsa dest bi weşanê bike.”
Li ser Malpera Şaredariya Mêrdînê jî hat gotin: “Di demeke nêzîk de em dê bi we re bin.”
Herwiha li ser Malpera Şaredariya Wanê tê gotin: “Niha li ser malperê xebat berdewam in û malper nû dibe, ji kerema xwe paşê serdanê bikin.”
Ji aliyê din ve wêneyekî parêzgarê Mêrdînê Mustafa Yaman û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê fermî yê twittera Şaredariya Mêrdînê hatiye belavkirin û jêr hatiye gotin: “Ji bo Mêrdîna me em dîsan li ser kar in.”