HDP: Wêdedayîna Şaredarên me darbeyeke nû ya siyasî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307415-hdp_wêdedayîna_Şaredarên_me_darbeyeke_nû_ya_siyasî_ye
Li hember biryara îro ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşan da û ragihand: Ev darbeyeke nû ya siyasî ye. Ev di heman demê de helwesteke dijminane dijî îradeya gelê Kurd e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2019 11:35 Asia/Tehran
  • HDP: Wêdedayîna Şaredarên me darbeyeke nû ya siyasî ye

Li hember biryara îro ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşan da û ragihand: Ev darbeyeke nû ya siyasî ye. Ev di heman demê de helwesteke dijminane dijî îradeya gelê Kurd e.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê derbarê wêdedayîna şaredarên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand: “Hevşaredarên me ku li Amedê bi rêjeya 63 ji sedî, li Mêrdînê bi rêjeya 56 ji sedî û li Wanê jî bi rêjeya 53 ji sedî hatin hilbijartin bi fermana ji derewan û hincetên bêhiqûqî yên Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Li dijî endamên me yên meclîsa şaredariyan û xebatkarên şaredariyan operasyoneke giran a destgîrkirinê tê kirin.

Di dewama daxûyanîya HDP`ê da hatîye:  "Wezareta Navxwe navenda darbeyê ye, maşekêşa kiryar û biryarên li dijî demokrasiyê ye, navenda provokasyon û desteserkirina azadî û mafan e."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP`ê di beşeke din a daxuyaniya xwe de amaje bi serdema danîna qeyûman berî hilbijartinên 31`ê Adarê dike û dibêje, qeyûman şaredariyên li herêmên Kurdnişîn di bin deynan de hîştibûn û ew veguherandibûn wêraneyekê.

Partiya Demokratîk a Gelan amaje bi wê yekê dike, ku rewatiya desthilatdariya niha ya Tirkiyê nemaye û tekez dike, “gelê me van cure kiryaran qebûl nake.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de HDP bang li civaka Tirkiyê û aliyên siyasî û kesên deng dane wê partîyê dike ku li hember biryara Wezareta Navxwe ya wî welatî bêdeng nemînin.