Hevserokên şaredariyan Diyarbekir, Wan û Mêrdînê hatin wêdebirinê
Bi fermana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, hevserokên şaredariyên her sê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin wêdebirinê û hêzên ewlehiyê derdora avahiyên şaredariyan dorpêç kirine.
Îro demjimêr 05:55`an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, dor li avahiyên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê girtin. Li gor zanyariyan, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, hevserokên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, Adnan Salcuk Mizraklî, Bedia Ozgukçe û Ahmet Turk ji kar hatine wêdedayînê.
Li cihê wan, hikûmeta Tirkiyê erkê birêvebirina wan şaredariyan daye destê Parêzgarê Amedê, Hasan Basri Guzeloglu, Parêzgarê Mêrdînê, Mustafa Yaman û Parêzgarê Wanê Mehmet Amin Bîlmez.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de, serokên wan herdê şaredariyên şarên Kurdnişîn, bi wê yekê tohmetar kirine ku pêwendiya wan bi rêxistinên terorîst ve heye.
Wê wezaretê herwiha ragihandiye, belge di destê wan de heye ku wan kesan alîkariya rêxistina terorîst kirine.
Hevserokê Şaredariya Diyarbekirê Adnan Mizraqlî wêdadayîna hevserokên şaredariyan derbe û binpêkirina îradeya xelkê binav kir.
Mizraklî herwiha got: Şeva buhurî nêzîkî 100 kesî li Diyarbekirê hatine binçavkirin.
Hevserokê Şaredarîya Diyarbekirê herwiha got: Di demên vê dawiyê de ku behsa çareserkirina pirsgirêka Kurd tê kirin, ev gava hikûmeta Tirkiyê jî bersiva banga diyalogê ye.