Tirkiye: Li bajarê Şemzînan şeş gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dan
Tebax 18, 2019 05:35 Asia/Tehran
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê radigihîne: Li bajarê Şemzînan şeş gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.
Li gor ragehandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li bajarê Colemêrgê, li derdorê gundên Şemzînan, bi piştgiriya firokeyan operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî gerîlayên PKKyê cihanîn û di wê operasyonê de, 6 hêzên PKKyê canê xwe ji dest dane.
Ji alîkê din ve Hêzên Parastina Gel (HPG ) baskê leşkerî yê PKK jî radigihîne ku li çend bajar û bajarokên heêmên kurdnişîn ên Tirkiyê di encama êrîşên wan ser hêzên Tirkiyê de 9 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.