Kurtulmuş: Kurdên oldar jî, di hilbijartina Stenbolê de deng nedan me
Tebax 16, 2019 11:17 Asia/Tehran
Cîgirê Serokê AKP`ê dibêje, Kurdên oldar vê carê dengên xwe nedane partiya wan û hewl didin, careke din dengên van aliyan bi dest bixin.
Cîgirê Serokê AKP`ê Numan Kurtulmuş da xûyakirin, dengderên Stenbolê nimûneyên Tirkiyê nîşan didin û got, wan ji encamên hilbijartinên dersên baş bidest xisitne.
Wî herwiha Da xuyakirin ku , ji vir û pê ve, ew dê tîfaqa Tirkiyê bikin armanc, zimanê tund bikar neyînin û nirxên herêmî û demokratîk derxin pêş.
Kurtulmuş got, di hilbijartina dawî de Kurdên oldar dengên xwe nedane AKP`ê, lê ji bo wergirtina wan dengan dema wan heye û ew dê siyaseta xwe li ser vê bingehê bimeşînin.