Eurostat: Zêde ji sedî 41`ê gelê Tirkiyê belengaz e
Enistîtûya Istatîstîka Ewropayê ya bi navê Eurostat bi raporekê tevî amajeya bi rewşa qeyranî ya abûra Tirkiyê ragihand: Sedî 41.3`yê gelê Tirkiyê reben û belengaz in an di xetera dûrxistina ji civakê ne.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Eurostat'ê ragihand ku welatê Tirkiyê di gellek babetan da rewşa herîxerab li nav welatên ewropî heye. Tirkiye ji hêla hiljimêr û amara veqetiyana zûdem a ciwanên 18-24 salî ji pergala perwerdehiyê bi rêjeya sedî 31`ê di pileya yekem a welatên ewropî da ye. Ev amar li Ewropayê bi awayekî navgîn sedî 10.6 e ku baştirîn estatîstîk jî li nav Slovêniyê bi rêjeya sedî 4.2`yê ye.
Her wiha sedî 41.3`yê gelê Tirkiyê belengaz in an di xetera dûrxistina ji civakê da ne. Asta miyanî ya rebentiyê li Yekîtiya Ewropayê sedî 22.4 e ku ya herîzêde Makedoniya ji rêjeya 41.6 û piştre Tirkiye bi 41.3 ye.