Wezareta Berevanîya Tirkîyê: Pêngavên binesazîya Navenda Opêrasyona Hevpar a Tirkîye-Amerîkayê destpê bûne
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê amajeyî seredana desteya leşkerî ya Amerîkayê bo wî welatî kir û ragihand: Pêngavên binesazîya Navenda Opêrasyona Hevpar a Tirkîye-Amerîkayê digel wê şanda şeşkesî ku hatîye Şanliûrfayê, destpê bûne.
Ligorî rapora Rojnama Cumhuriyetê, di daxûyanîya Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê de hatîye: Pêngavên ciddî jibo damezirandina wê navendê di destûrkarê de cih girtine. Jibo ku karûbar bêyî jidestdayîna demê bên şopandin û meşandinê, pêngavên ciddî tên rakirinê.
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Xulûsî Akra jî di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a TRT`ê de amajeyî meseleya avakirina Navça Aram li bakura Sûrîyê kir û got: Kontrolkirina sînorên hewayî, hevahengîya di vî warî de û herwiha dayîn û istandina lêzanînan mijarên gellekî girîng in. Di van babetana da jî hin lihevkirin û hevdengî hene.
Amerîka û Tirkîyê piştî 3 roj muzakireyên berdewam di 7`ê Tebaxê de têkildarî damezirandina Navenda Opêrasyona Hevpar li Tirkîyê bi merema avakirina Navça Aram li bakura Sûrîyê lihev kirin.