Balafirên Tirkiyê çiyayê Metîna Bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307214-balafirên_tirkiyê_çiyayê_metîna_bombebaran_kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, çiyayê Metîna li nav sînorê Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, di encama bombebaranê de 2 endamên PKKê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 13, 2019 08:52 Asia/Tehran
  • Balafirên Tirkiyê çiyayê Metîna Bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, çiyayê Metîna li nav sînorê Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, di encama bombebaranê de 2 endamên PKKê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Sêşemî di daxuyaniyekê de ragihand, balafirên şer ên artêşa wî welatî di çarçoveya operasyona Pence de, binke û baregehên PKKê li çiyayê Metîna li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama bombebaranê de 2 endamên PKKê hatine kuştin.

Derbarê vê êrîşa esmanî ya ser çiyayê Metîna de û  îdiaya Tirkiyê, PKKê hêj ti daxuyanî nedaye.

Çiyayê Metîna dikeve sînorê navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve û gelek caran bi hinceta hebûna baregehên PKKê, balafirên şer ên Tirkiyê vê deverê bombebaran dikin ku di encamê de xelkê sivîl tên kuştin û birîndar dibin û xisraên giran li xelkê navçê dikevin.

Tirkiyê ji 27ê Gulana îsal ve li nav Herêma Kurdistanê re operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence, di du qonaxan de daye destpêkirin ku heta niha berdewam e û di vê çarçovê de gelek ji deverên bakura Iraqê (Herêma Kurdistanê) dagîr kirine.