Koma yekem a leşkerên Amerîkayê gihêşte Tirkiyê
Di çarçoveya rêkeftina “herêma ewle” a di navbera Amerîka û Tirkiyê de û ji bo amadekariyan şandeke leşkerî ku ji 6 fermanderên leşkerî ên Amerîkî pêk tê gihişte bajarê Rihayê li Kurdistana Tirkiyê.
Li gorî rêkeftina 7ê Tebaxê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de ku dê ji bo “herêma ewle” navendek çavdêriyê were dirustkirin, Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de da zanîn, şandeke leşkerî ya Amerîkî ji 6 fermandaran pêk tê gihîşte Rihayê.
Li gor daxuyaniyê, ji bo avakirina Navenda Tevgera Hevbeş ku tê plankirin li ser sînorê bakura Sûriyê û herêmên kurdî yên vî welatî bi Amerîkayê re were çêkirin, xebat destipê kirine.
Piştî ku şanda Amerîkî bi riya esmanî gihîştin bajarê Rihayê, bi otobusan çûn baregeha navenda çavdêriyê ya ku ji bo xebatê hatiye destinîşankirin.
Ji aliyê xwe ve jî medyaya Tirkiyê ragihand, ji bo amadekariyên herêmên ewle 90 leşkerên Amerîkî gihîştin bajarê Rihayê.
Roja 5-7 Tebaxê her du şandên bilind ên Tirkiye û Amerîkayê ji bo avakirina herêma qaşo ewle li bakura Sûriyê, li Enqerê lihev civiyabûn û li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn.
Di vê navberê de serokê partiya Seadet a Tirkiyê lihevkirina Tirkiyê û Amerîkayê nezelal da zanîn.