Desteyeke leşkerî ya Amerîkayê têkildarî Navça Aram giheşte Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307201-desteyeke_leşkerî_ya_amerîkayê_têkildarî_navça_aram_giheşte_tirkîyê
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di çarçova rêkeftina derbarê ‘navçeya aram’ de desteyeke Amerîkî ya pêkhatî ji 6 fermanderên leşkerî giheşte şarê Ûrfayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2019 14:46 Asia/Tehran
  • Desteyeke leşkerî ya Amerîkayê têkildarî Navça Aram giheşte Tirkîyê

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di çarçova rêkeftina derbarê ‘navçeya aram’ de desteyeke Amerîkî ya pêkhatî ji 6 fermanderên leşkerî giheşte şarê Ûrfayê.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê xebatên pêkanîna 'navenda hevbeş' û 'Navçeya Aram' de daxûyaniyekê de ragihand ku xebatên pêkanîna ‘navenda hevbeş’ bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’ li bakura Sûrîyê, destpê kirine. Di vê çarçovê de desteyeke Amerîkî gihiştiya parêzgeha Ûrfayê.

Li hêla din li gorî medyayên Tirkiyê, di çarçova wê rêkeftinê de 90 serbazên Amerîkî jî gihiştin Balafirxaneya GAP a Ûrfayê û bi tobûsan bo navenda ku dê lê bimînin hatine veguhastin.

Li Enqereya paytexta Tirkiyê piştî hevdîtinên şandên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê, herdu aliyan ragihandibûn ku ew dê ji bo birêvebirina  ‘Navçeya Aram’ li bakura Sûrîyê dê ‘navendeke hevbeş’ ava bikin.

Li gorî rêkeftina di navbera herdu welatan de ew ‘Navçeya Aram’  dê ji aliyê hêzên serbazî yên herdu aliyan ve bê kontrolkirin .