Serokê MHP`ê: Tirkîyê hewcetî bi hilbijartinên pêşwext tineye
Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê got: "Ev welata ne hewcedarê hilbijartinên pêşwext e."
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê piştî nimêja Cejna Qurbanê li koma nûçegîhanan got: Hilêxistina meseleya hilbijartinên zûdem li Tirkîyê bi wateya rawestandina têkoşîna dijî têrorîsmê li sînorên başûra vî welatî ye.
Wî herwiha got ku Tirkîye hewcedarê dewama vîneke xurt e ku têrorîsmê kokbirr bike û pirsgirêkên aborî û civakî çareser bike.
Çendekê berî niha Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) piştî işkesta berbijarê Hevalbendîya Cumhûrê li metropolan, pêşnîyara "hilbijartinên zûdem" hilêxist.
Eva di halekî da ye ku navendên girîng ên rapirsîyan li Tirkîyê hişyarî dane ku lidarxistina "hilbijartinên zûdem" dikare veguhere xwekuştina sîyasî ya AKP`ê.