PêgîrîkirTeqezkirina Tirkiyê ser dewama kulandinan li deryaya Sipî
Tebax 11, 2019 13:44 Asia/Tehran
Alîkarê serokkomarê Tirkiyê ser dewama kulandinên vî welatî li deryaya Sipî pêgîrî kir.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Anadolu Newsê,, Fuad Oktay, roja yekşemiyê got: Enqere jî li warê dewama xebatên kolandinê li deryaya Sipî û him jî berevaniya ji mafên mirovan a beşa tirknişîn a Qibrisê û parvekirina adilane ya çavkaniyên wê li çarçoveya pêvajoya çareserkirina siyasî cidî ye.
Alîkarê serokkomarê Tirkiyê her wiha hêvî kir: Meselên navbera Enqerê û Atênayê ji riya siyasî bên çareserkirin.
Li salên buhurî mesela berhemanîna nift û gazê li peravên Qibrisê bo Tirkiyê pir giring e, bi curekê ku kiryarên Tirkiyê li bara kulandinê li deryaya Spî, bûne sedem pirgirêkeke giran bi Yekitiya Ewrûpayê re derkeve.