Pîgirîya Tirkîyê ser pêwîstîya hebûna hêzên Artêşa wî welatî li Qibrisê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307153-pîgirîya_tirkîyê_ser_pêwîstîya_hebûna_hêzên_artêşa_wî_welatî_li_qibrisê
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihand ku hebûna leşkerên Artêşa wî welatî li Qibrisê jibo ku ev welata bikaribe soz û erkên xwe di warê parastina mafên esiltirkên xwe cih bîne, pêwîst e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 11, 2019 12:39 Asia/Tehran
  • Pîgirîya Tirkîyê ser pêwîstîya hebûna hêzên Artêşa wî welatî li Qibrisê

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihand ku hebûna leşkerên Artêşa wî welatî li Qibrisê jibo ku ev welata bikaribe soz û erkên xwe di warê parastina mafên esiltirkên xwe cih bîne, pêwîst e.

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Xulûsî Akar li Pişka Tirknişîn a Qibrisê amaje kir ku armanca sereke ya Enqerê parastina ewlehî û hebûna esiltirkên Qibrisê li vê gravê ye, dîyar kir: Tirkîye xwazyarê aştîyê û peywendîyên baş ên cinaretîyê li rojhilata Midîterane, Eje û Qibrisê ye.

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê herwiha got: Enqere çavlirê ye ku Yûnan û Hikûmeta Qibrisa Başûr anegorî isûlên hiqûqî yên navnetewî û peywendîyên cînaretîya baş pêngavan rakin û jibo çareserkirina pirsgirêkan di wê rêyê de pêngavan rakin.

Grava Qibrisê ku ketîye Deryaya midîteranê, bi dû nakokîyên di navbera Yûnan û Tirkîyê di sala 1974`an de û piştî şerê leşkerî di navbera her du welatan de ser du pişkên Tirknişîn û Yûnanînişîn hat parvekirinê.