Bolton û Kalin derbarê damezirandina "Navçeya Aram" a li Sûrîyê de gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307125-bolton_û_kalin_derbarê_damezirandina_navçeya_aram_a_li_sûrîyê_de_gotûbêj_kirin
Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê bi rêya têlêfonê derbarê damezirandina "Navçeya Aram" a li Sûrîyê de gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2019 14:03 Asia/Tehran
  • Bolton û Kalin derbarê damezirandina

Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê bi rêya têlêfonê derbarê damezirandina "Navçeya Aram" a li Sûrîyê de gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, bi rêya têlêfonê derbarê damezirandina "Navçeya Aram" a li Sûrîyê û têkiliyên dualî de gotûbêj kirin.

Li gor daxûyaniya hatiye belavkirin, hatiye gotin ku pêwîst e ew rêkeftin di demeke herî zû de bê cihanînê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku her du alîyan derbarî pêkanîna komîsyona amadekirina destûra nû ya Sûriyê û bilezkirina proseya siyasî ya li wî welatî de jî gotûbêj kirin.

Roja 7`ê vê mehê Tirkiye û Amerîkayê piştî hevdîtinên şandên serbazî yên herdu aliyan aşkere kirin ku ew derbarê navçeya aram de li hev hatine û dê bo kordînekirina vê navçeyê navendeke hevbeş bê avakirin.

Ev lihevkirina Enqere û Waşîngtonê di halekî da ye ku Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê ew zorbêjî û binpêkirina aşkira ya serwerî, yekperçetîya axa Sûrîyê, isûl û qirarên navnetewî û Menşûra NY bi nav kir.