HDP pêşwazî li lihevkirina Amerîka û Tirkîyê têkildarî "navçeya aram" kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307106-hdp_pêşwazî_li_lihevkirina_amerîka_û_tirkîyê_têkildarî_navçeya_aram_kir
Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP), pêşwazî li lihevkirina Amerîka û Tirkîyê têkildarî "navçeya aram" kir û pêngaveke erênî dizane ku pêşîya êrişa ser bakura Sûrîyê digire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2019 05:02 Asia/Tehran
  • HDP pêşwazî li lihevkirina Amerîka û Tirkîyê têkildarî

Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP), pêşwazî li lihevkirina Amerîka û Tirkîyê têkildarî "navçeya aram" kir û pêngaveke erênî dizane ku pêşîya êrişa ser bakura Sûrîyê digire.

Piştî lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê li ser navçeya aram li bakura Sûrîyê, Berdevkê HDP`ê ragihand ku ew vê rêkeftinê erênî dibînin û tişta baş ew e ku pêşî li operasyoneke leşkerî ser wan navçeyan hat girtin.

Berdevkê HDP`ê, Gonay Kobaly dibêje: Lihevkirina Emerîka û Tirkiyê nîşan da ku tenê danûstandin çareserî ye û ew dixwazin lihevkirin berdewam be û hikumeta Tirkiyê bi rêveberîya xweser li bakûra Suriyê re danûstandinan bike.

Berdevkê HDP`ê herweha got: Aliyên pirsê beşdarî hevdîtinan nebûne lewma, divê Hikûmeta Tirkiyeyê bi nûnerên siyasî yên kurdan û rêveberiya xweser a li bakurê Suriyeyê re jî danûstandinê bike. 

Berdevkê HDP`ê di dewama axavtina xwe de got: “Di bin gefa encamdana operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de, danûstandinên Tirkiye û Amerîkayê yên li ser navçeya aram a li bakurê Sûriyê nîşan dide ku eger bixwazin pirsgirêkan bi rêka diyalogê çareser bikin, dikarin çareser bikin û di vî warî de jî erênî ye.”

Heyamek bû ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gefên dijwar li HSD-YPG`ê dixwer û herwiha hêzek zêde li ser sînorê digel bakura Sûrîyê bo êrîşa navçeyên Kurdnişîn amade kiribû, lêbelê berpirsên Amerîkayê ragihandibûn ku ew rê nadin Tirkîye bi awayekî yekalî est bi êrişa ser wan deverana bike.

Roja 7`ê vê mehê piştî civînên desteyên serbazî yên herdu aliyan li Enqerê, Amerîka û Tirkiyê derbarê navçeya aram de lihev kirin.