Teqîna depoya çek û cebilxaneya artêşa Tirkiyê li nêzîkî sînorê Sûriyê
Tebax 09, 2019 10:01 Asia/Tehran
Medya Tirkiyê ragihand ku li bajarê Reyhanlî ya Tirkiyê li nêzîkî sînorê Sûriyê çend teqîn li cebilxane û depoya sîlah û teqemeniyên artêşa Tirkiyê qewmîn.
Kanala NTV ya Tirkiyê diyar kir ku vê sibeyê çend teqîn li cebilxane û depoya sîlah û teqemeniyên artêşa Tirkiyê yên li bajarê Reyhanlî ya parêzgeha Hatayê li nêzîkî sînorê Sûriyê qewmîn û eva bûsedem ku rûniştiyên deverê bi tirs û xuf ji malên xwe derkevin.
Vê televîziyonê ragihand ku hin ti agahiyek li bara hegera van teqînan û xisarên malî û canî yên wê belav nebûye.