Berteka NY derheq lihevkirina Tirkiyê û Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307083-berteka_ny_derheq_lihevkirina_tirkiyê_û_amerîkayê
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derheq lihevkirina Tirkiyê û Amerîkayê ser navça qaşo Aram li bakura Sûriyê bertek nîşan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2019 08:03 Asia/Tehran
  • Berteka NY derheq lihevkirina Tirkiyê û Amerîkayê

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derheq lihevkirina Tirkiyê û Amerîkayê ser navça qaşo Aram li bakura Sûriyê bertek nîşan da.

Li gor rapora Televîziyona Al-Meyadeen, berdevekê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got: Lihevkirina Amerîka û Tirkiyê ser devera Aram li bakura Sûriyê ji navçê re dûhatên xwe hene û divê  di her rêçareyek li Sûriyê de yekîtiya axa vî welatî were parastin û xwestek û mafên pêkhateyên vî welatî werin berçavgirtin.

Dujarric herwiha got: Divê krîza li Sûriyê li ser bingehîn berfireh bê çareserkirin û Kurd jî di dahatûya wî welatî de xwedî rol bin.

Berdevekê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji nûçegihanê Rûdawê re jî diyar kir ku divê her çareseriyeke kirîza Sûriyê, çend bingehên serekî têde bin.

Stephane Dujarric  dibêje pêwîst e yekgirtîbûn û yekîtiya axa Sûriyê were parastin û dilgiraniyên rewa yên welatan werin berçavgirtin û pêkhateyên cuda yên Sûriyê rol hebin.

Dujarric got: “Her çend heta niha mijara nivîsadnina destûrê yekalî nebûye, lê li cem Sekreterê Giştî yê Neweteyên Yekbûyî,, girîng e Kurd û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê rola xwe di wî welatî de hebin.”

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li presskonferansa xwe ya hevpar bi serokomarê Ûkraynê Volodymyr Zelensky re li Enqerê diyar kir ku şanda amerîkî û rayedarên tirk ser pêkanîna navenda operasiyona hevpar ji bo pêkanîna Devera bAram li bakura Sûriyê li hev kirine.

Wezareta Derve ya Sûriyê ev li hevkirina Tirkiyê û Amerîkayê wek dagîrkerî bi nav kir û ew red kir û diyar kir ku Şam qet dagîrkeriya bi navê Devera Aram ji aliyê Amerîka û Tirkiyê li bakura Sûriyê qebûl nake.