Erdheja 5,9 Rîşterî başûrê rojavaya Tirkiyê hejand
Tebax 08, 2019 13:55 Asia/Tehran
Erdhejekê bi mezinahiya 5,9 Rîşterî başûrê rojavaya Tirkiyê hejand.
Li gorî rapora ISNAyê, navenda pîvandina Erdhejê ya Amerîkayê ragihand ku ev erdhej bi mezinahiya 5,9 di 52 kîlomitriya rojhilata bajarê Dênîzliyê qewimî.
Navenda vê erdhejê 10 kîlomitran di bin erdê da bûye.
Hîn tu raporek ji miriyên hitmalî yên vê erdhejê belav nebûye.