Babacan: Me dest bi xebatên Partiya Nû kir
Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan ji bo partiya xwe ya nû dest bi xebatan kir.
Alî Babacan dibêje, wî digel hevalên xwe ji bo çareserkirina pirsên Tirkiyê dest bi xebatan kirin e û hejmarek zêde kes û alî dixwazin, bi ezmûnên xwe piştgiriyê bidin xebatên avakirina partiya nû. Ew amade ne nêrîna her aliyê civaka Tirkiyê guhdariyê bikin û danûstandinê esas digrin. Pêwîstiya Tirkiyê bi parastina desthilatdariya hikûqê, maf û azadiyan û demokrasiya bilind, başkirina aboriyê heye. Gihiştina van armancan erk û berpirsiyariya wan a civakî û siyasî ye. Ji bo vê yekê wan xebatên xwe dane destpêkirin û dê di demek nêzik de, li ser xebatên xwe agahiyên berfirehtir bidin.
Hatibû ragihandin ku di nav AKPê de nerazîbûneke zav heye û ev yeka dikare bibe sedem ku serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Serokomarê berê Abdullah Gul bi rêya wezîrê berê û cîgirê serokwezîr ê berê Ali Babacan ji bo damezrandina partiyên xwe yên nû bixebitin. TÊ şîrovekirin, ger her du alî ji AKPê veqetin, ev yek dê encamên neyenî li AKPê bike û dibe ku heta 85-90 parlementer jî bi wan re ji AKPê veqetin.