CHP Hikûmeta Sûriyê vedixwîne Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307062-chp_hikûmeta_sûriyê_vedixwîne_tirkiyê
Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo avakirina “Herêma ewle” Hikûmeta Sûriyê vedixwîne Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2019 11:06 Asia/Tehran
  • CHP Hikûmeta Sûriyê vedixwîne Tirkiyê

Partiya Gel a Komarê (CHP) ji bo avakirina “Herêma ewle” Hikûmeta Sûriyê vedixwîne Tirkiyê.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, ew ê di derbarê pirsa Sûriyê de konferansekê saz bikin û dê Wezareta Derve ya Sûriyê jî vexwînin wê konferansê.

Wî herwiha diyar kir ku ew ê her du aliyan, aliyê li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed û alîgirên Beşar Esad vexwînin wê konferansê, lê PYD û YPGê venaxwînin.

Li gor Kiliçdaroglu ji bo çareseriya pirsa bakurê Sûriyê divê hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî pêwendiyê bi Beşar Esad re deyne.

Kiliçdaroglu herwiha got: Divê herêma ewle li bakurê Sûriyê bi danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re were avakirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da xuyakirin, piştî civînên sê rojan, bi Amerîkayê re rêkeftine ku derbarê herêma ewle û rojhilatê Feratê de gav were avêtin.

Di vê derbarê de, îro Hikûmeta Sûriyê avakirina “Herêma ewle” ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve red kir û dagîrkirin binav kir.