Temellî: Ger rewş wisa be wê sala 2020 hilbijartin lidar kevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307051-temellî_ger_rewş_wisa_be_wê_sala_2020_hilbijartin_lidar_kevin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî rexne li siyaset û kiryarê hikûmeta Tirkiyê girtin û got: Ger rewş wisa bidome wê sala 2020 li Tirkiyê hilbijartin lidar kevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2019 07:42 Asia/Tehran
  • Temellî: Ger rewş wisa be wê sala 2020 hilbijartin lidar kevin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî rexne li siyaset û kiryarê hikûmeta Tirkiyê girtin û got: Ger rewş wisa bidome wê sala 2020 li Tirkiyê hilbijartin lidar kevin.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî bi weşandina daxuyaniyekê bal kişand ser îdiayên derheq hilbijartinên berî wextê li Tirkiyê û diyar kir:Eva ku hilbijartin kengê lidar kevin, siyaset wê diyar dike, ne şexs û heya dema ku deshilat li Tirkiyê kiryar û siyasetên xwe yên vê demê berdewam bike, hilbijartin bi lez nêzîk dibin. Ger rewş wisa bidome hilbijartin nakişin sala 2021, belkî ew ê li sala 2020 lidar kevin.

Temellî herwiha bal kişand ser vê yekê ku pêwîst e qanûna bingehîn li Tirkiyê were guhertin. Wî di dewamê de got: Raste guhertina qanûna bingehîn dem û wexteke zêde digire, lê em ji bo vê yekê planeke stratejîk amade dikin.