Amerîka û Tirkiyê li ser avakirina "navçeya aram" li bakura Sûrîyê lihev kirin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di çarçoveya danûstandinên wî welatî ligel Amerîkayê yên ji bo avakirina navçeyeke aram li bakura Sûrîyê de, wan li ser "damezrandina navendeke hevbeş" bo birêvenirina wê navçeya aram lihev kirine. Balyzoxaneya Amerîkayê ya li Enqerê jî ew yek piştrast kir û ragihand, "navenda operasyona hevbeş, bo hevahengî û encamdana karên jibo avakirina navçeya aram li Sûriyê" yê di zûtirîn demê were damezrandin.
Ligorî rapora mêdyayên Tirkîyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê hevdîtinên ligel şanda serbazî ya Amerîkî de daxûyaniyek belav kir.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, ragihand ku wan ligel Amerîkayê ji bo koordînekirin û birêvebirina ‘Navçeya Aram’ ku tê pêşbînîkirin li ser sînorê bakura Sûrîyê bê avakirinê, lihev kirine ku di demeke herî kurt de ‘navendeke hevbeş’ li Tirkiyê ava bikin.
Di daxûyaniyê de tê gotin ku herdu aliyan bo ku ‘Navçeya Aram’ bibe korîdoreke aşitiyê û koçberên Sûriyê vegerin welatê xwe û di vê çarçovê de hemû tedbîrên pêwîst bên wergirtin, lihev kirine.
Herwiha Balyozxaneya Amerîkayê li Enqerê jî derbarê danûstandinên şandên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê de daxûyaniyek belav kir û têde ragihand, herdu alî li ser “damezrandina navenda operasyona hevbeş, bo hevahengî û encamdana karên jibo avakirina navçeya aram li Sûriyê” lihev kirine