Pêkutîya Wezîrê Berevanîya Tirkîyê ser damezirandina "navça ewleh" li bakura Sûrîyê
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê xwest ku "navça ewleh" bi kûratîya 40 kîlomêtran li bakura Sûrîyê were damezirandinê.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, civînên wan ên bi Amerîkayê re bi awayekî “erênî û avaker” derbas bûne û tekez kir, danûstandinên herdu aliyan berdewam in.
Hulusî Akar diayr kir, hêj di civîna rayedarên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê de ti biryarek nehatiye dayîn, lê “di saetên pêş de yê danûstandin bidawî bibe û ev mijara were yekalîkirin.”
Wezîrê Berevaniyê yê Tikriyê destnîşan kir, eger ew yek pêk neyê, ew dê bi tena serê xwe wê yekê bikin, weke ku pêştir jî çend caran gotibû.
Amerîka razî ye ku "navça ewleh" were avakirin, lê ne bi wê awayekê ku Tirkiye dixwaze. Li gor pêşniyara herî dawî ya Amerîkayê, dibe ku kûrahiya wê navçeya aram di navbera 5 heta 14 km de be.
Şandeke leşkerî ya Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina avakirina navçeya aram li bakurê Sûriyê, ew 3 roj in ku li Enqerê ye û bi rayedarên leşkerî yên Tirkiyê re danûstandinê dike.
Amerîkayê ji zarê Wezîrê Berevanîyê yê xwe ve ragihandiye, ku rê bo êrîşeke yekalî ya Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê nade û tekez kiriye, êrîşeke wisa “nayê qebûlkirin” û “di berjewendiya Amerîka, Tirkiye û HSD`ê da nîne.”