Kempêyna azadkirina Demirtaş destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i307025-kempêyna_azadkirina_demirtaş_destpê_bû
Kempêyna azadkirina Hevserokê berê yê HDP`ê ku ji sala 2016`an ve di zîndanê da ye, bi heştega "freeDemirtaş#" ji alîyê Civata Azadkirina Demirtşa ve li şebekeyên civakî destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2019 07:45 Asia/Tehran
  • Kempêyna azadkirina Demirtaş destpê bû

Kempêyna azadkirina Hevserokê berê yê HDP`ê ku ji sala 2016`an ve di zîndanê da ye, bi heştega "freeDemirtaş#" ji alîyê Civata Azadkirina Demirtşa ve li şebekeyên civakî destpê bû.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, ew kempêyna ku duh 7`ê Tebaxê destpê bû, heta nika gellek kesan piştgirî danê û bikarînerên şebekeyên civakî bi weşandina wêneyên xwe û heştega "freeDemirtaş#" xwestin ku ev sîyasetvanê Kurd ê Tirkîyê were azadkirinê.

Şayanî gotinê ye ku bi dû ibtalkirina Parêzbendîya Parlimanteran li Parlimana Tirkîyê, Demirtaş di 4`ê Mijdara sala 2016`an de hatin girtin û bera wî dan zîndana Edirnê. Eva 3 sal in ku Demirtaş di zîndanê da ye.