Amerîka: Em rê nadin Tirkiye yek alî êrişî bakurê Sûriyê bike
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, Mark Esper ragihand, “operasyona leşkerî ya Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin
Li gor nûçeya Ruetersê, Wezîrê berevaniya Amerîkayê Mark Esper derbarê pêkanîna her cure operasyoneke yekalî ser hêzên kurdî li bakura Sûriyê û rojhilata Firatê , Tirkiye hişyar kir.
Mark Esper di dema serdana xwe ya ji bo Japonyayê de ji rojnamevanan re ragehand: Em ti liv û tevgereke yekalî ya Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê qebûl nakin.
Wezîrê berevaniya Amerîkayê diyar kir, Amerîka li gel Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) berjewendiya xwe hene û êrişa Tirkiyê ya ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî dê van berjewendî û peyvendiyan bixe metirsiyê.
Mark Esper her wiha got, em nahêlin Tirkiye derbasî bakûrê Sûriyê bibe. Em hêvîdar in li ser vê mijarê bi Tirkiyê re bigihên rêkeftinê.
Berî vê yekê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, Morgan Ortagus jî li ser tehdîdên Tirkiyê yên li ser rojhilatê Firatê û Kurdên Sûriyê hişyarî dabû Tirkiyê.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan vê dawiyê gotibû: Em derbasî Efrîn û Cerablus û Babê bûn, emê derbasî rojhilatê Firatê jî bibin.
Tirkiye dixwaze bakura Sûriyê ji hêzên kurd ên vî welatî vala bibe ji bo vê yekê hewl dide li vê deverê qaşo Herêm Aram ava bike û dibêje, lazim e herêma aram bi dilê me be û herî kêm panatiya wê 30 Km bibe. Rayedarên Tirk dibêjin eger ev yeka nebe emê êrişî Rojhilata Firatê li Sûriyê bikin. Amerîka jî vê yekê qebûl nake. Di vê çarçovê de ji bo cara duyem ji duh ve şandeka lreşkerî ya Amerîkayê çûye Enqerê bona gotûbêja ser pêkanîna “herêma aram” li bakura Sûriyê.