Hevdîtina rayedarên amerîkî û tirkiyeyî ser damezrandina Navça Aram
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306985-hevdîtina_rayedarên_amerîkî_û_tirkiyeyî_ser_damezrandina_navça_aram
Ji bo cara duyem Şandeke leşkerî ya Amerîka çûye Enqerê û bi berpirsên Tirkiyê re li ser “herêma aram” hevdîtin kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2019 05:20 Asia/Tehran
  • Hevdîtina rayedarên amerîkî û tirkiyeyî ser damezrandina Navça Aram

Ji bo cara duyem Şandeke leşkerî ya Amerîka çûye Enqerê û bi berpirsên Tirkiyê re li ser “herêma aram” hevdîtin kir.

Ajansa Habar 7 ya Tirkiyê diyar kir: Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, duh danê sibê ji bo cara duyem şandeka lreşkerî ya Amerîka gihîşt Enqerê. Hevdîtin bi wê şandê re li ser “herêma aram” dest pê kirin.

Li gorî agahiyên wê wezaretê, hevdîtinê saet 10:00 dest pê kirin.

Ew şanda Amerîkî di demekî de diçe Tirkiyê ku pêr serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tehdîd kiribû ku dê êrişî Rojhilata Firatê li Sûriyê bikin.

Tirkiye dibêje, lazim e herêma aram bi dilê me be û herî kêm panatiya wê 30 Km bibe. Rayedarên Tirk dibêjin eger ev yeka nebe emê êrişî Rojhilata Firatê li Sûriyê bikin. Amerîka jî vê yekê qebûl nake. Niha ser van meselan hevdîtin navbera rayedarên du welatan pêk tê.