Tirkiye: Civînên me yên bi Amerîkayê re li ser navçeya aram dê bidomin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku hevdîtinên wan ên ligel şanda Amerîkî îro bidawî hatine û sibê dê berdewam bikin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê hevdîtinên ligel şanda Amerîkî yên li Enqeraya paytexta wî welatî, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê sibê hevdîtinên xwe berdewam bikin.
Şanda Amerîkî ya di bin serpereştiya şanderê ،aybet yê wî welatî bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey de ji bo gotûbêja ser Navçeya Aram' çûye Enqereya paytexta Tirkiyê û ligel berpirsên wî welatî li ser vê mijarê dicive û li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê gotûbêjên wan dê sibê berdewam bikin.
Di navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser avakirina ‘Navçeya Aram’ li Sûriyê nakokî heye. Tirkiye dixwaze ew navçeya li nav bakura Sûrîyê bi kurhiya 32 kîlometreyan be û tenê di bin kontrola wê de be. Lêbelê Şanderê Taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey ragihandibû ku dibe kûrahiya wê navçeyê ji 5 heta 14 kîlometreyan be.
Medyaya Amerîkayê, li ser zarê berpirsên Pentagonê ragihandibûn ku şanda wî welatî dê bi rayedarên Tirkiyê re gotûbêja pirsa Sûriyê û rojhilatê Firatê bike û armanca wan ew e ku rewşê aram bikin û rê nedin ku Tirkiyê êrişî ser wê navçeya di bin destê HSD`ê de bike.
Serdana vê şanda Amerîkayê bo Tirkiyê, di demekê de ye ku Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos ragihandibû ku welatê wê ji liv û tevgerên Tirkiyê yên serbazî, dilgiran e ji ber ku hêzên Amerîkî jî li wê navçeyê hene û şerê jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞê li gel hevpeymanan berdewam e. Ortagos, gotiye ew çalakiyên serbazî yên Tirkiyê nayên qebûlkirin û daxwazê dikin Tirkiye bo karê hevbeş yê di navbera wan de alîkar be.