Pêgiriya Erdoxîn li ser ketina hêzên Tirkiyê bo navçeya rojhilata Sûriyê
Serokomarê Tirkiyê got: "Hêzên artêşa Tirkiyê ketin nav Efrîn, Cerablos û Babê û dê bikevin rojhilata Firatê jî."
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdoxan roja Duşemiyê di axaftinekê da got: "Enqerê birayra xwe ya ketina hêzên artêşa Tirkiyê nav rojhilata Firatê li Sûriyê ragihandiye Rûsiye û Amerîkayê."
Vê ajansê ragihandiye ku: "Serokomarê Tirkiyê her wha li ser pêwîstiya şerê dijî komên têrorîst pêgirî kir. Erdoxîn dawiya Tîrmehê ragihandibû ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump pêşnîyar kirîye ku navçeyek ewleh a 32 Kîlomitrî li bakurê Sûriyê nasyar bi Navçeya Ewleh were damezirandin. Waşîngton û Enqerê ragihandine ku navçeya ewleh li bakurê Sûriyê bi armanca rizgarikirina welatiyên sivîl û dûrkirina komên têrorîst ji sînorên Tirkiyê yê were damezirandinpêk, lê karzan li ser vê bawerê ne ku armanca sereke ya damezirandina vê navçeyê filitandina têrorîstan e."
Şamê di mehên dawîyê da bi caran biryara Tirkiye û Amerîkayê ya damezirandina navçeya ewleh li bakurê Sûriyê şermezar kiriye.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê tevî şermezarkirina destwerdanên Amerîka û Tirkiyê li karên navxweyî yên Sûrîyê ragihand ku her cûre lihevkirina Amerîka û Tirkiyê li bara Sûriyê, destdirêjiya aşkira li ser yekparçetî, hakimiyet û hevgirtina neteweyî ya Sûriyê û binpêkirina mafên navneteweyî û menşûra NY ye.