Hevserokê HDP`ê: Navçeya ewleh li bakurê Sûriyê dê jibo Tirkiyê aştiyê neyne
Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP), Sezayî Temelî di axaftinekê da tevî rexnekirina ji ber biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê jibo damezirandina "Korîdora Aştiyê" li bakurê Sûriyê, got: Navçeya Ewleh li bakurê Sûriyê dê jibo Tirkiyê aştiyê neyne.
Li gorî rapora Rojnameya Yenî Yaşamê, Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temelî, di axaftinekê da tevî rexnekirina ji ber biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê jibo damezirandina pêkanîna "Korîdora Aştiyê" li bakurê Sûriyê, got: Navçeya Ewleh li bakurê Sûriyê dê jibo Tirkiyê aştiyê neyne. Hûn dê li bakurê Sûriyê çi bikin? Konseya Ewlehiya Neteweyî biryara damezirandina Korîdora Aştiyê li bakurê Sûriyê daye; Mijar ev e ku ne Tirkiye, ne Sûriye, Kurd, ne ereb û ne tirkan tu pêwîstiyek bi Korîdora Aştiyê tuneye. Hewcetî bi aştiyê hene. Aştî bi top, tank û tifingan pêk nayê. Ew dê bi hevhatinê pêk were. Vî welatî hewcetî bi mentiq û desthilatekê heye ku dawî li dijminatiya himberî Kurdan bîne. Aştî tenê bi lihevhatina digel Kurdan dê pêk were. Em teqez divê rêya vê yekê peyde bikin. Şandina hêz û çekan bo sînorên Sûriyê bilez divê were bidawîhanîn. Dewsa naçeya ewleh û Korîdora Aştiyê yan her navê ku hûn lê bikin, gelê Sûriyê û Kurdistana Sûriyê li dû aştiyê ne. Damezirandina Navçeya Ewleh li bakurê Sûriyê dê jibo Tirkiyê aştiyê neyne. Berovajiya wê, dê aştiya civakî li Tirkiyê tûşî gefên ciddî bike.
Wî di dewama xeberdana xwe da tevî rexnekirina ji ber pergala serokomartiyê li Tirkiyê jî got: Axaftina ji pergala serokomartiyê li Tirkiyê yanî hwildana jibo pêşveçûna bi palpiştiya siyasetên şerxwazî û cihêkariyê. Salek ji damezirandina pergala serokomartiyê li Tirkiyê derbas bû. Dema em li guhertinên yeksala vê dawîyê da dinêrin tam xûya ye ku vê pergalê nekariye pêngavekê ber bi pêş ve rake. Pergala serokomartiyê li Tirkiyê hilweşiyaye. Niha dema wê yekê hatiye ku em siyaseteke nû bigirin ber xwe. Jibo pergala nû, û jibo siyaseta nû em li kêleka hev in. Hewildanên me jibo organîzekirinê di rastiyê da pêkanîna riyeke sêyem e. Di rewşeke wiha du cemserî da tiştê ku hewce ye, pêkanîna riyeke sêyem e. Jibo serêxwegirtina vê rêkê jî divê em hemî bi hev ra pêngavan rakin.