HDP`ê bo çareseriya pirsgireka Kurdan bang li opozisyonê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306959-hdp_ê_bo_çareseriya_pirsgireka_kurdan_bang_li_opozisyonê_kir
Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirsgirêka Kurdan êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin ser milên xwe. Partiya Opozîsyona Sereke Ya Tirkiyê CHP jî radigihîne ku ew ji bo çareseriyê amade ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 05, 2019 04:00 Asia/Tehran
  • HDP`ê bo çareseriya pirsgireka Kurdan bang li opozisyonê kir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirsgirêka Kurdan êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin ser milên xwe. Partiya Opozîsyona Sereke Ya Tirkiyê CHP jî radigihîne ku ew ji bo çareseriyê amade ne.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Diyarbekirê bi tevlîbûna parlementer, hevgirtî û hevserokên şaredariyan bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirsgirêka Kurdan êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin.

Hevserokê HDP`ê Sezaî Temellî di civîna çapemeniyê de amaje kir ku çavkaniya pirsgirêkên Tirkiyê niha partiya desthilatdar e lê, jibo çareseriyê jî dîsa muxateb AKP ye û bang li partiyên opozîsyonê kir ku bo çareseriya pirsgirêka Kurdan bixebitin. Parlementerê HDP`ê yê Diyarbekir Îmam Taşçier jî anî zimên ku divê êdî partiyên opozîsyonê jî tevlî pêvajoyên çareseriyê bibin.

Wî herwiha got:"Bo çareseriya pirsgirêka Kurd berê jî gav hatin avêtin lê wê demê partiya desthilatdar tenê bû û dema bi tenê gav were avêtin ev yek bi ser nakeve. Me ev dît. Ew jî xeletiyek bû. Em dixwazin partiyên opozosyonê jî bikevin dewrê. Ji xwe çareseriyek çê bibe divê dewlet û desthilat tê de hebin; lê divê opozosyon jî tê de hebe."

Partiya Demokratîk a Gelan HDP dibêje ew di serî de bang li CHP`ê dikin ku berpirsiyariyê werbigre. CHP jî derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de dibêje wan Raporta Derbarê Kurdan de nû kiriye û amade ne bo çareseriyê bixebitin. Yek ji siyasetmedarên CHP`ê Şêhmus Daghan dibêje ku CHP dixwaze di pêvajoyek nû de cih bigire û amade ye ligel partiya desthilatdar û HDP`ê têkildarî Raporta Derheq Kurdan gotubêjê bike.

Divê rêçare li Parlementoyê were peydakirin. Ji ber ku ev mesele ya tevahiya Tirkiyê ye. Heta pirsgirêka Kurdan çareser nebe aborî jî û siyaset jî dê wiha bin. Her tişt girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurdan e."

Partiya Demkratîk a Gelan HDP di civîna çapemeniyê ya bangewaziya çareseriya lezgîn de bang li partiyên nav parlamentoyê û partiyên derveyî parlementoyê û rêxistinên sivîl ên civakî jî kir ku bo çareseriyê helwesta xwe nîşan bidin. HDP`ê bang li desthilata Tirkiyê jî kir ku dewsa sîyasetên tund ên ewlekariyê rêya diyalog û demokrasiye bigire ber xwe.