Tirkiye: Em neçar bin dê bi tena serê xwe ‘Navçeya Aram’ ava bikin
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, eger ew bi Amerîkayê re li ser mijara avakirina ‘Navçeya Aram’ li bakurê Sûriyê û rojhilata Firatê negihîjin rêkeftinekê, Tirkiye neçar dibe ku bi tena serê xwe wê herêmê pêk bîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy roja Înê bal kişand ser sefera şanda amerîkî ya vê dawiyê bo Tirkiyê û lihevnekirina Tirkiyê û Amerîkayê ser Navçeya Aram û ragihand, biryar e şandeke din a leşkerî ya Amerîkayê duşemiyê 5 Tebaxê serdana Tirkiyê bike û li ser mijara pêkanîna navçeya aram li bakurê Sûriyê bi rayedarên wî welatî re hevdîtinan bike.
Hamî Aksoy diyar kir, eger Tirkiye û Amerîka di mijara pêkanîna navçeya aram de li hev nekin, Enqere wê neçar dibe ku bi xwe wê navçeyê li nav axa Sûriyê ava bike.
Aksoy got: “Şanda leşkerî ya Amerîkayê dê duşemiyê bê Enqerê. Di egerekê de ku em bi Amerîkayê re negihîjin xaleke hevbeş, em neçar dibin ku navçeya aram bi tena serê xwe ava bikin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha destnîşan kir: Em nahêlin wext bi betalî derbas bibe û em di çarçova ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê her gavekê davêjin. Wî herwiha di dewamê de îdia kir: Ji bo vê yekê me îmkanên pêwîst hene û em Korîdora terorê naxwazin, em dixwazin korîdora aştiyê ava bibe, di vê çarçovê de emê hevdîtinên bi şanda leşkerî ya Amerîkayê re berdewam bikin.
Tirkiye dixwaze deverek bi panatiya 32 KM di nav axa Sûriyê bi mihaneya Navçeya Aram bêxe bin kontrola xwe û hêzên YPG û HSDê ji wir dûr ke.