Mijarên ku serokkomarên Îran û Tirkiyê ser wan lihev kirine hatin hilkolandinê
Serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê, armanca sefera xwe ya yekrojî bo Tirkiyê, şopandina qanûnên komîsyona hevpar a aborî ya Îran û Tirkiyê li çarçoveya hevdîtina serokkomarên her du welatan da zanîn.
Mehmûd Waizî, serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê roja îniyê dema gihêşt Tirkiyê li gotûbêja bi Ajansa nûçan a IRIB News`ê re got: Hilkolandina mijarên ku serokkomarên Îran û Tirkiyê li Hezîrana buhurî li Tacîkistanê ser wan li hevkirina , dê bibe seretayek bo hevdîtina dubare ya dualî ya serokkomarên du welatan li Sûçiya Rûsiyê li deh rojên tê.
Waizî bal kişand ser avakirina konseya bilind a hevkariya Îran û Tirkiyê û got: Li vê seferê, li bara berfirehkirina hevkariyan li warên aborî, ticarî, geştyarî û çandî bi berçavgirtina rewşa navçê û bona rûbirûbûna bi gefên Emerîkayê li dijî her du welatan, dê bi rayedarên Tirkiyê re ji wan serokkomar, wezîran û çalakên warê aborî yên beşa taybet re gotûbêjê bikin.
Mehmûd Waizî, serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha li bara hevdîtina sêalî ya serokkomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li yek meha tê bi mazûvaniya Tirkiyê agahî da û got: karûbarên vê hevdîtinê li halê hilkolandinê ne û li bara dema eseh a vê hevdîtinê dê biryar bê dayîn.