Mijarên ku serokkomarên Îran û Tirkiyê ser wan lihev kirine hatin hilkolandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306895-mijarên_ku_serokkomarên_Îran_û_tirkiyê_ser_wan_lihev_kirine_hatin_hilkolandinê
Serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê, armanca sefera xwe ya yekrojî bo Tirkiyê, şopandina qanûnên komîsyona hevpar a aborî ya Îran û Tirkiyê li çarçoveya hevdîtina serokkomarên her du welatan da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 02, 2019 12:19 Asia/Tehran
  • Mijarên ku serokkomarên Îran û Tirkiyê ser wan lihev kirine hatin hilkolandinê

Serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê, armanca sefera xwe ya yekrojî bo Tirkiyê, şopandina qanûnên komîsyona hevpar a aborî ya Îran û Tirkiyê li çarçoveya hevdîtina serokkomarên her du welatan da zanîn.

Mehmûd Waizî, serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê roja îniyê dema  gihêşt Tirkiyê li gotûbêja bi Ajansa nûçan a IRIB News`ê re got: Hilkolandina mijarên ku serokkomarên  Îran û Tirkiyê li Hezîrana buhurî li Tacîkistanê ser wan li hevkirina , dê bibe seretayek bo hevdîtina dubare ya dualî ya serokkomarên du welatan li Sûçiya Rûsiyê li deh rojên tê.

Waizî bal kişand ser avakirina  konseya bilind a hevkariya Îran û Tirkiyê û got: Li vê seferê, li bara berfirehkirina hevkariyan li warên  aborî, ticarî, geştyarî û çandî bi berçavgirtina  rewşa navçê û bona  rûbirûbûna bi gefên Emerîkayê li dijî her du welatan, dê bi rayedarên  Tirkiyê re ji wan serokkomar, wezîran û çalakên warê aborî yên beşa taybet re gotûbêjê bikin.

Mehmûd Waizî, serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha  li bara hevdîtina sêalî ya serokkomarên  Îran, Rûsiye û Tirkiyê li yek meha tê bi mazûvaniya Tirkiyê agahî da û got: karûbarên vê hevdîtinê li halê hilkolandinê  ne û li bara dema  eseh a vê hevdîtinê dê biryar bê dayîn.