Davutoglu ji bo meseleya Kurdan desteyek şand Amedê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306872-davutoglu_ji_bo_meseleya_kurdan_desteyek_şand_amedê
Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, ji bo ku meseleya Kurdan hilkolîne û naveroka bernameya partiya xwe zelal bike, desteyek şand Dîyarbekrê û wê desteyê bi hin rayedar û kesayetîyên Kurd re jî hevdîtin pêk anî.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tebax 02, 2019 04:59 Asia/Tehran
  • Davutoglu ji bo meseleya Kurdan desteyek şand Amedê

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, ji bo ku meseleya Kurdan hilkolîne û naveroka bernameya partiya xwe zelal bike, desteyek şand Dîyarbekrê û wê desteyê bi hin rayedar û kesayetîyên Kurd re jî hevdîtin pêk anî.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ku di meha Remezanê de seredana Dîyarbekrê kiribû, vê carê jî desteyek şande wî şarî û wê desteyê bi Endamê Komeleya Şoreşgerên Dêmokirat ên Kurd Evdilhay Okumuş û çend akadêmîsîyen û kesayetîyên sîyasî û sivîl ên Kurd re hevdîtin pêk anî.

Evdilhay Okumuş di vî warî de ji nûçegîhanan re got: “Dema nûnerên Davutoglu hatin vê derê bi min re jî hevdîtin kirin. Pirsa wan a yekem jî ev bû ku ew dê çawa bikarin ligel Kurdan lihev bikin an dê çawa bikarin dengên Kurdan werbigrin û ser bikevin. Wî herwiha got: Min pêgirî kir ku bêguman pirsgirêka Kurd pirseke netewî ye, lewma jî ligel partiyekê nayê çareserkirin. Jibo ku hûn li Tirkiyê ser bikevin divê hûn û kurd lihev bikin û ji bo wê yekê jî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Mijara duyem jî ew e ku divê nasnameya Kurdan di makezagonê de were pejirandin.”

Yek ji van kesên ku Davutoglu rasterast pê re hevdîtin kiriye jî Endamê Komîsyona Aqilmendan Vahap Coşkun e.

Coşkun dibêje ku ger Erdogan, Davutoglu neke şirîkê AKP`ê û demokratîze nebe Davutoglu di nava 3 mehan de dê partiya xwe ava bike. 

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Vahap Coşkun da zanîn ku Davutoglu derbarê rewşa Tirkiyhê de lêkolînan dike.

Çoşkun herwiha ragihand ku ew di wê baweriyê de heta sê mehên din dê li Tirkiyê tevgerên nû derbikevin holê.