Firokevanên Tirk ên taybet bi F-35`an ji Amerîkayê zivirîn
Tebax 01, 2019 05:48 Asia/Tehran
Firokevanên Tirk ên ku jibo fêrbûna bikaranîna nivşa pêncan a balafirên cengê yên F-35`ê li Amerîkayê perwerde dibûn, piştî ku ew dewre ji hêla Waşîngtonê va hat sekinandinê, îro zivirîn Tirkîyê.
Piştî ku Tirkîyê Mertala Mûşekî ya S-400 a Ûrsêtê li nêzîkî Enqerê bi cih kir, gêreya di navbera Waşîngton û Enqerê têkildarî vê mijarê gellekî gurr bû ku di encamê de Amerîkayê wekî bertekekê dewra perwerdebûna firokevanên Tirk rawestand û ji wan xwest ku terka axa vî welatî bidin.
Ser vî esasî ew firokevanên Tirk îro zivirîn Tirkîyê.