Hevserokê HDP`ê: Mirov nikare meseleya Kurdan bispêre hikûmetê
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di hevdîtina digel sazî û çalakên sivîl ên Kurdên Tirkîyê li şarê Amedê da got: Meseleya Kurdan ne meseleyek e ku mirov çareserkirina wê bispêre hikûmetê.
Ligorî rapora Rojnama Evrencelê, Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temelli, di hevdîtina digel sazî û çalakên sivîl ên Kurdên Tirkîyê li şarê Amedê da amajeyî hilbijartinên 31`ê Adara sala 2019`ê kir û got: Me wek HDP di wê hilbijartinê de nîşan da ku aqil hevpar heta çi astekê dikare bihêz be. Istiratêjîya HDP`ê gellekî girîng bû. Piştî ibtalkirina encamên hilbijartinên Istenbolê jî me rêyek da ber xwe. Kurdên Istenbolê karekî gellekî girîng kirin. Careka din jibo her kesî eyan bû ku bi sepandina çaresernebûna meseleya Kurdan, mirov nikare pêş da here. Meseleya Kurdan ne meseleyek e ku mirov çareserkirina wê bispêre hikûmetê. Divê bi hevlabendî û hevkarîya hemî qatên civakê di vê rêyê de pêngavan rakin.
Hevserokê HDP`ê herwiha got: Me karên destûra bingehîn a nû li Tirkîyê destpê kirîye. Qanûna Bingehîn lihevkirineke civakî ye lewma, divê hemî qatên civakê xwe di nav wê destûra bingehîn da bibînin. Divê qanûnek were amadekirin ku zêhnîyeta yekalîtî û nijadperestîyê derbas kiribe. Guhertin û çaksazîyên di Dezgeha Dadwerîyê de pişka herîgirîng a Destûra Bingehîn a nû ya Tirkîyê ne. Yek ji heger û çavkanîyên gellek pirsgirêkên Tirkîyê cidanebûna sazî û dezgehên birêvebir û biryarder li vî welatî ye. Roja îro 5 hezar endamên HDP`ê, Rojnamevan û Akadêmîsîyen di zîndanan da ne. Di vî warî de sazîyên sivîl erkeke giran hene. Em vê mijarê li Parlimanê hilêdixin lê, Parlimana Tirkîyê di bin kontrola hakimîyeta sîyasî da ye.