CHP`ê amadekarîya komsyonekê jibo çareserkirina meseleya Kurdan dike
Bi dû ragihandina birojkirina ``rapora 22 pirs, 22 bersivê`` ji hêla Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê ku jibo cara yekem di sala 2015`ê de ji alîyê vê partîyê ve hatibû weşandinê, ligorî agahîyên ku bi dest ketine, ev partîya xwe jibo pêkanîna komsîyonekê têkildarî meseleya Kurdên vî welatî amade dike.
Ligorî rapora Rojnama Duvarê, ``rapora 22 pirs, 22 bersivê`` ku ligorî fermana Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu ji hêla Sezgîn Tanrîkulu û Selahedîn Demirtaş ve di sala 2015`ê de hatibû weşandinê û bingeha wê jî eva bû ku meseleya Kurdan bi helwest û nêrîna ewlehî çareser nabe, hatîye birojkirinê û nika ketîye destûrkara CHP`îyan.
Ligorî agahîyan, CHP`ê amajeyî pêkanîna wê komsyonê di rojên bê de kirîye û pêgirî kirîye ku meseleya Kurdan tenê meselyeke mafên mirovan nîne. Ew meseleya ji alîyekî ve meseleya peywendîyên derve, aştîya civakî, dêmokiratîzekirina Tirkîyê û ji alîyekî din ve jî meseleya aborîyê ye. Lewma ew meseleya divê di gellek hêlên berfire da ji Meclisê heta peywendîyên derve were hilkolandinê.