Hilkolandina mijara rojhilata Firatê, sibê li civîna konseya ewlehiyê ya Tirkiyê
Sibê çarşemiyê, 31 Tîrmehê, konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê bi serokatiya Erdogan dê civînekê li dar xîne ku têde mesela rojhilata Firatê, damezrandina navça ewleh û operasyona muhtemel a artêşa Tirkiyê li vê navçê bên hilkolandin.
Li gorî rapora rojnama Miliyetê, sibê çarşemiyê 31 Tîrmeha 2019`an Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê bi serokatiya Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, dê civîneke pir giring li dar xîne ku li gor lêzanînên ku hatine dest, mesela rojhilata Firatê, avakirina navça aram li rojhilata Firatê û operasyon muhtemel a artêşa Tirkiyê li dijî vê navçê têde bên hilkolandinê.
Li gor lêzanînan, mesela rojhilata Firatê û amadetiya hêzên eskerî yên artêşa Tirkiyê bona êrişa ser vê navçê, mijara herî giring a hilkolandina vê civînê ye û Hilûsî Akar wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li bara hûrgiliyên vê planê dê raporekê raber bike.
Xêncî vê meselê, derbasbûna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 bo Tirkiyê, aloziyên li bara proja berhemanîna balefirên cengê yên F-35, meselên li bara Medîterana rojhilat û kiryarên îktişaf û derxistina gazê ji aliyê Tirkiyê li vê navçê ji van babetên din in ku li vê civîna hestyar û bi çarenivîs de bên hilêxistin.
Hêjayî gotinê ye ku şeva buhurî, wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li gotûbêja bi wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê re î hişyarî daye ku ger li bara navça ewleh li rojhilata Firatê li hev kirin pêk neyê, dê dest bi mudaxila eskerî ya yekalî li vê navçê bikin.