Iskilêteke 2700 salî li Kela Wanê hate peydakirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306790-iskilêteke_2700_salî_li_kela_wanê_hate_peydakirinê
Koma Peydakirina Mîrasên Kevnare bi sergêrîya Rêvebirê Navenda Dîrok û Kevnarenasîya Herêma Wanê dema lêgerîna li Kela Wanê de hestîyên ji 2700 salî berî niha ve mayî peyda kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2019 12:42 Asia/Tehran
  • Iskilêteke 2700 salî li Kela Wanê hate peydakirinê

Koma Peydakirina Mîrasên Kevnare bi sergêrîya Rêvebirê Navenda Dîrok û Kevnarenasîya Herêma Wanê dema lêgerîna li Kela Wanê de hestîyên ji 2700 salî berî niha ve mayî peyda kirin.

Ligorî rapora Televîzyona NTV`yê, Koma Peydakirina Mîratên Kevnare ku bi sergêrîya Rêvebirê Navenda Dîrok û Kevnarenasîya Herêma Wanê, Erkan Konyar dest bi lêgerîna li Kela Wanê kirîye, hestîyên zinekê nav avahîyekê ku ser alîyekî da hatîye razandinê û lingên wê komî zikê wê hatine kirinê û 2700 salî berî niha ya serdema Orartûyan e, peyda kirin.

Ev keşfa dê alîkarîyê bide kemilandina agahîyên derbarê dîrok, çand û şêwaza jîyanê ya serdema Orartûyan.

Şayanî gotinê ye ku serê mirovan di bawerîyên Orartûyan de gellekî biqedir û biqîmet bûye û wer xûya dike ku piştî mirinê serê mirî hatîye jêkirinê û bo cihekî din dihatîye veguhestinê.

Li avahîyên serdema Orartûyan ên hatine keşifkirinê, gellek hestî û iskilêtên mirovan ên bêserî hatine peydakirinê.