Hikmê girtina bi dehan eskerên artêşa Tirkiyê hat dayîn
Dozgeriyên îzmîr û Edenê bo 158 kesan bi tawana mudaxila li darbeya bê encam a sala 2016`an li dijî dewleta Tirkiyê û peywendiya bi koma Gulne re hikmê girtinê dan.
Li gorî rapora IRIB Newsê, hêzên polîsê Tirkiyê vê sibê li operasyoneka hevgav, hejmarek ji eskerên gumnabarê desthebûna li darbeya bê encam a eskerî li sala 2016`an girtin. Operasyona girtina tawanbaran didome.
Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an dizane, lê Gulen xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.
Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an zêde ji 50 hezar kes heya niha bi tawana peywendiya bi cemaeta Gulen re li Tirkiyê hatine girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî ji kar û şuxilên dewletî li vî welatî hatine derxistin.
Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.