Hikmê girtina bi dehan eskerên artêşa Tirkiyê hat dayîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306786-hikmê_girtina_bi_dehan_eskerên_artêşa_tirkiyê_hat_dayîn
Dozgeriyên îzmîr û Edenê bo 158 kesan bi tawana mudaxila li darbeya bê encam a sala 2016`an li dijî dewleta Tirkiyê û peywendiya bi koma Gulne re hikmê girtinê dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2019 11:58 Asia/Tehran
  •  Hikmê girtina bi dehan eskerên artêşa Tirkiyê hat dayîn

Dozgeriyên îzmîr û Edenê bo 158 kesan bi tawana mudaxila li darbeya bê encam a sala 2016`an li dijî dewleta Tirkiyê û peywendiya bi koma Gulne re hikmê girtinê dan.

 

 Li gorî rapora IRIB Newsê, hêzên polîsê Tirkiyê vê sibê  li operasyoneka hevgav, hejmarek ji eskerên gumnabarê desthebûna li darbeya bê encam a eskerî li sala 2016`an girtin. Operasyona girtina tawanbaran didome.

 Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane, lê Gulen  xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cemaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.

Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.