Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê li ser YPG û “Herêma Aram” peyivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306777-wezîrên_berevaniyê_yên_amerîka_û_tirkiyê_li_ser_ypg_û_herêma_aram_peyivîn
Tirkiyê daxwaz ji Amerîka kir êdî piştevaniya YPGê neke û tehdîd kir, eger ew û Amerîka li ser “herêma aram” li bakura Sûriyê û herêmên kurdên vî welatî li hev nekin, ewê bi tena serê xwe wê herêmê ava bikin!
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2019 07:59 Asia/Tehran
  • Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê li ser YPG û “Herêma Aram” peyivîn

Tirkiyê daxwaz ji Amerîka kir êdî piştevaniya YPGê neke û tehdîd kir, eger ew û Amerîka li ser “herêma aram” li bakura Sûriyê û herêmên kurdên vî welatî li hev nekin, ewê bi tena serê xwe wê herêmê ava bikin!

Şeva borî Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar û Wezîrê Berevaniya Amerîka Mark Esper bi telefonê peyivîn.

Li ser naveroka wê hevpeyvînê, Wezareta Berevaniya Tirikiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, her du wezîran li ser rewşa Sûriyê û “herêma aram” û hinek mijarên din gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Akar ij Esper re gotiye, divê Amerîka êdî piştevaniya YPGê neke û ti alîkariyekê nede wan.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de behsa hewlên avakirina herêma aram jî hatiye kirin û hatiye gotin, Hulûsî Akar ji hevtayê xwe yê Amerîkî re gotiye, eger ew û Amerîka li ser herêma aram li hev nekin ewê bi tena serê xwe wê herêmê pêk bînin.

Li gorî daxuyaniyê, Akar daye zanîn ku ew herêma ku Tirkiyê dixwaze divê herî kêm 30-40 km di dûrahiya bakura Sûriyê û deverên kurdî yên vî welatî de be û şervanên YPGê ji wir bên derxistin, tevahiya çekan ji wan bên standin û tunêl û çeperên wan jî bên îmhakirin.

Beriya niha serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû, encamên hevdîtinên wan û Amerîka li ser herêma aram çi dibe bila bibe, ewê êrişî herêmên bin destê kurdên Sûriyê bikin.