Kemal Kiliçdaroglu: Wê CHP rapora xwe ya kurdan nû bike
Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) gotiye, ew ê rapora xwe ya derbarê Pirisgirêka Kurdan de nû bikin.
Kiliçdaroglu di dema Komxebata Şaredarên CHPyê de pirsên komeke rojnamegeran bersivandiye. Li gorî nûçeya Rifat Başaranê ji rojnama Hurriyetê, Kiliçdaroglûyî pirsa li ser nîqaşên hilbijartina pêşwext bersivandiye û gotiye, banga wan ji bo hilbijartina pêşwext nîne.
Kiliçdaroglu derbarê rapora wan a pirisgirêka kurdan de jî got: “Beriya niha bi sê çar salan me raporek derbarê pirisgirêka kurdan de amade kiribû ku navê wê ’22 Pirs 22 Bersiv’ bû. Em dixwazin li gorî rewşa nû vê rapora bi navê ’22 Pirs 22 Bersiv’ nû bikin. Xebatê li ser wê dikin.”
Herwiha Serokê CHPyê derbarê sîstema serokomariyê de jî wiha gotiye: “Sîstema ku anîne ji bo dilixweşkirina kesekî ye. Nabe li gor kesekî sîstemek bê avakirin. Çima ev sîstema li Tirkiyê sosret e? JI ber ku li gorî kesekî ye. Yanî ji ber ku Erdogan xwestiye. Min di axavtina xwe ya 23yê Nîsanê de nêrînên CHPê bi şeş xalan nîşan da. Bêalîtiya Serokomarî xala yekem e. Min bi şeş xalên weke serixwebûna dadê, azadiya çapemeniyê aşkere kir. Heke bixwazin van şeş xalan pêk bînin bila werin. Em dixwazin sîstemeke demokratîk bê avakirin. Lê gelo AKPê dikare van tiştan bike, na nikare. Ji ber, AKPê partiyeke wisa ye ku li gorî serokî hatiye sazkirin. “