Dayîna hikmê girtina bi dehan eskerên artêşa Tirkiyê
Dozgeriya giştî ya Enqerê li paytexta Tirkiyê, hikmê girtina 41 eskerên hêza bejhaiyê ya artêşa vî welatî bi tawana desthebûna li darbeya bê encam a sala 2016`an a li dijî dewleta Tirkiyê û peywendiya bi koma Gulen re da.
Li gorî rapora IRIB Newsê, hêzên polîsê Tirkiyê siba duşemiyê li operasyoneka hevgav, hejmarek ji eskerên gumnabarê desthebûna li darbeya bê encam a eskerî li sala 2016`an girtin. Operasyona girtina tawanbaran didome.
Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an dizane, lê Gulen xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.
Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an zêde ji 50 hezar kes heya niha bi tawana peywendiya bi cemaeta Gulen re li Tirkiyê hatine girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî ji kar û şuxilên dewletî li vî welatî hatine derxistin.
Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.