Serokê Fraksyona HDP`ê: HDP pêşeroja Tirkîyê kivş û dîyar dike
Serokê Fraksyona Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di axavtinekê de amajeyî wê yekê kir ku HDP partîyeke seranserî li Tirkîyê ye û dîyar kir: HDP bi sîyasetên xwe pêşeroja vî welatî dîyar û kivş dike.
Ligorî rapora Rojnama Duvarê, Serokê Fraksyona Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Saroxan Ûlûç di axavtinekê de amajeyî wê yekê kir ku HDP partîyeke seranserî li Tirkîyê ye û dîyar kir: ``HDP bi sîyasetên xwe pêşeroja vî welatî dîyar û kivş dike. Li Tirkîyê tişta ku kêmasîya wê zêdetir tê ber çevan, dezgeha dadwerîyê ye. Divê çaksazî û guhertinên bingehîn di dezgeha dadwerîyê de werin pêkanînê û jibo wê yekê jî destpêkê divê dosîyên têkildarî Hevserokên berê yên HDP`ê, Selahedîn Demirtaş û Fîgen Yûksekdagê digel parlimanterên din ên zîndanî li dezgeheke dadperwer a dadwerîyê werin şopandinê.``
Wî di dewama axavtina xwe de Serokê MHP`ê Dewlet Baxçelî ji ber gotinên wê yên têkildarî rojhilata Firatê da ber rexneyan û got: ``Axavtina derbarê hevalbendîya AKP û MHP`ê li Tirkîyê de axavtina derbarê sîyasetên şer û pevçûnê li nav û deveyî welêt e. Hevkarê piçûk di hevalbendîya hakimîyeta sîyasî de pêgirîyê dike ku êgir berdin rojhilata Firatê. Kî li wê deverê dijîn? Kurd dijîn. Heke hûn agir berdin rojhilata Firatê, di rastîyê de we agir berdaye xizm û kesên wan ên li Tirkîyê jî. Eva çi hizreke tund? Hûn bûne agir û êgir berdin xwe ne hêvî û pêşeroja gel. Zêdetir ji vîya zîyanê negihînin mirovan. Heta ema ku ev iqtidara sîyasî desta ji dijminatîya himberî Kurdan nekêşe, em gavekê jî çavên xwe nadin ser hev. Em ê desta ji têkoşîna jibo aştî, azadî, dêmokirasî û beranberîyê nekşînin. ``