Rêberê CHP: Gişt cîhan dizane Erdogan ji welatên rojavayî fermandê werdigre
Kemal Kiliçdaroglu serokê Partiya Komarîxwaza Gel a Tirkiyê li axiftinekê, Receb Teyib Erdogan, serokomarê Tirkiyê rexne kir û got: Cîhan hemî dizanin ku Erdogan ji welatên rojavayî destûrê werdigre.
Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê rojnama Cimhûriyetê, Kemal Kiliçdaroglu, serokê partiya Komarîxwaza Gel a Tirkiyê, CHP li axiftinekê Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê rexne kir û got:Tu yek ji serokên CHP û tu endamekî vê partiyê li dirêjahiya dîrokê ji qawetên rojayî ferman wernegirtine, lê cîhan hemî dizane ku Erdogan fermanê werdigre. Fermana azadkirina qeşe Biranson ji kê wergirt?Ji Donald Trump serokkomarê Emerîkayê.
Trump piştî ku Erdogan gotina wî cih anî,sipasiya wî kir. Ez teqez dikim ku Trump sipasiya Erdogan dike. rojnamevanekî din jî li zindana Tirkiyê bû vê carê ji Engêla Mêrkêla serokwezîra Almanyayê ferman hat. Piştî du rojan civîna hilkolandina dosiya wî hat lidarxistin û ew hat azadkirin.
Wî di dewama gotinên xwe de bal kişand ser biryara nû ya şaredariya nû ya bajarê mezin ê Stembolê li bara weşana zindî ya civînên konseya şaredariya Stembolê ji Youtube û destnîşan kir: Armanca me avakirina bajarekî ye ku tê de tu zarokek birçî ranezê. Îmamoglu hereketeka mezin û giring destpê kiriye. Weşana zindî ya civînên konseya şaredariyê ji Youtube destpê bûye. Ev biryar li bara zelalbûna şaredadariyê biryareka pir giring e .